• Thursday, 28 March 2024
logo

Li Rihayê şerê çekdarî: Ji malbatekê 5 kes hatin kuştin

Gulan Media December 27, 2020 Civakî
Li Rihayê şerê çekdarî: Ji malbatekê 5 kes hatin kuştin
Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê, di navbera du malbatan de ji ber zeviyan şer derket. Di encam de ku çek hatin bikaranîn 5 kes ji yek malbatê hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn. Cenazeyê kuştiyan demeke dirêj li ser rêya Riha-Semsûrê li erdê man.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji çavkaniyên xwecihî bi dest xistine, li Taxa Remzî ya Rihayê, du malbatan li ser zeviyan pêşî şerê devkî kirin. Piştre endamên malbatan li hemberî hev çek bi kar anîn. Di encama şer de li cihê bûyerê 3 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Du kesên ku birîndar bûbûn jî dema rakirin nexweşxaneyê canê xwe ji dest dan. Di encama şerê malbatan de ji yek malbatê 5 kes hatin kuştin. Cenazeyên kuştiyan demeke dirêj li ser rêya Riha-Semsûrê li erdê ma. Ji ber vê yekê rêya bejayî ji hat û çûnê re hate girtin. Piştî rakirina cenazeyan careke din rê bo çûn û hatinê hat vekirin.

Li gorî agahiyan kesên ku di şer de canên xwe ji dest dane ev in: Mustafa, Omer, Elîf, Emîn û Îbrahim Polat.

Piştî şer, cendirme çûn cihê bûyerê û bi hinceta ku di êrîşê de cih girtine 6 kes desteser kirin. Kesên destesekirî bo lêpirsînê birin qereqola herî nêzik.

Herwiha piştî şer, Parêzgarê Rihatl Abdullah Erin jî çû cihê bûyerê û li wê derê lêkolîn kir.

Abdullah Erin piştî zanyarî ji cendirmeyan wergirt daxuyaniyek da û wî jî piştrast kir ku di encama bûyerê de 5 kesan canê xwe ji dest dane û 6 kesên tevlî şer bûne jî hatine desteserkirin.

Rudaw
Top