• Friday, 19 April 2024
logo

Di mehekê de 22 kesan întîhar kiriye

Gulan Media December 23, 2020 Civakî
Di mehekê de 22 kesan întîhar kiriye
hijmara herî zêde li urmiyeyê hatiye tomarkirin.
Li Rojhilatê Kurdistanê întîhar kirine.

Li gor raporteke navenda mafên mirovan ya Hengawê, di mehekê de li seraserê Rojhilatê Kurdistanê bi giştî 22 welatî întîhar kirine û xwe kuştine.

Li gor raporta han, sedema piraniya wan întîharan, kêşeyên cîvakî û xizaniye.

Di mehekê de 12 zilam û 10 jin xwe kuştine û temena 8 ji wan kesên ku xwe kuştine kêmtir bûye ji 18 salan.

Hijmara herî zêde ya xwekuştinê li Parêzgeha Urmiyeyê hatiye tomarkirin ku 8 kese.
Top