• Saturday, 27 April 2024
logo

Li Efxanistanê zilamekî jina xwe kuşt, ji ber ku keçikek anîbû dinyayê!

Gulan Media December 19, 2020 Civakî
Li Efxanistanê zilamekî jina xwe kuşt, ji ber ku keçikek anîbû dinyayê!
Li paytexta Efxanistanê, zilamekî ji ber ku hevjîna wî keçikek anîbû dinyayê, hevjîna xwe kuşt.

Berdevkê wezareta navxwe ya Efxanistanê, Tariq Arîn ragihandiye, duhî li paytext Kabulê, zilamekî jina xwe kuşt, ji ber ku jina wî keçikek anîbû dinyayê.

Wî berpirsê Efxanî li hember wê yekê nerazîbûn nîşan daye û gotiye, reftara wî zilamî nezanî ye û divê asta hişyariya malbatan were bilindkirin.

Endameka parlementoya Efxanistanê bi navê Enarkilî Hinrîyar jî li hember wê yekê nerazîbûn nîşan daye û gotiye, ew karê wî zilamî neaziyeka mezin e û divê were sizadan.



Basnews
Top