Kirmaşan – Jinekê ji ber ku zarokên wê jê standin, xwe kuşt
![Kirmaşan – Jinekê ji ber ku zarokên wê jê standin, xwe kuşt](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/Taqwesan_Blvd.jpg )
Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, roja 12 Kanûna îsal, jineka cihêl bi navê Nesrîn Celîliyan (27 salî) li gundê Hersem yê bajarê Şahabad li parêzgeha Kirmaşanê û li mala bavê xwe de derman xwar û xwe kuşt.
Li gorî agahiyan, ew jina han dayka du zarokan bû û çendekî beriya niha ji hevjînê xwe cuda bibû lê zarokên wê bi zora dadgehê jê hatibûn standin. Ji ber wê jî rewşa wê ya derûnî gelekî xirab bibû û îro xwe kuşt.