• Friday, 27 September 2024
logo

Kurdek ji bo bibe karsazê herî baş ê Holendayê hevrikiyê dike

Gulan Media September 14, 2024 Corane
Kurdek ji bo bibe karsazê herî baş ê Holendayê hevrikiyê dike

Karsazekî Kurd ê serkeftî ku li Holendayê wekî Nero de Boer tê naskirin, gihîşt asta pêşbirkê û beşdarî pêşbirka herî baş a karsaziyê bû.

Ew di heman demê de endamê meclîsa şaredariya bajarê xwe ye.

250 kes beşdarî pêşbirkê bûne û ji wan dê 10 kes werin hilbijartin.

Di pêşbirkê de karsazê Kurd Çiya Baban di nava 3 kesên herî serkeftî de cih girt û bû duyemîn.

Çiya Baban di warê berberiyê de karsaz e.

Berî 10 salan dikaneke berberiyê vekiriye ku 5 şaxên wê hene û 18 kes tê de dixebitin.

Çiya Baban diyar kir, ji bo serketinê pir girîng e ku mirov ji karê dike hez bike.

Çiya Baban 2 sal in endamê meclîsa Şaredariya Ermeloyê ye.

 

Rudaw

Top