• Tuesday, 16 April 2024
logo

Li Erzeromê kesekî hevjîna xwe ya berê û du keçên xwe kuştin

Gulan Media December 7, 2020 Civakî
Li Erzeromê kesekî hevjîna xwe ya berê û du keçên xwe kuştin
Li Erzeroma Bakurê Kurdistanê mêrekî hevjîna xwe ya berê û du keçên xwe kuştin û piştî kuştina wan xwest ku xwe jî bikuje, lê hêzên polîs teqe li wî kesî kirin û ew ji dest û sîng birîndar kirin û ew sekinandin.

Li gor nûçeya ajansa IHA ya Tirkiyê, kesê bi navê Racî A. ji bo dîtina çar zarokên xwe ku du kur û du keçên wî hebûne, diçe mala xwe ya li Ozbag City ya Hilalkentê û piştî ku digihîje malê, herdu kurên wî ji bo wergirtina nan diçin derve û ew zilam bi hevjîna xwe ya berê û herdu keçên xwe re bi tenê li malê dimîne.

Li gor agahiyên ku hatine belavkirin, Racî A. derketina kurên xwe wek derfet dibîne û hevjîna xwe ya berê û keçên xwe dide ber gulleyan.

Di bûyerê de Gulçîn Karabiyik û keça wê ya 17 salî Cansu A. di cih de jiyana xwe ji dest dane û keça din Burçîn A. ya 23 salî jî birîndar dibe, ku piştî radikin nexweşxaneyê ew jî canê xwe ji dest dide.

IHA dibêje, herdu kurên malbatê Emre Can A. û Ferdî A. ku ji bo kirîna nan çûbûne derê, dengê tifengê dibihîzin û zû vedigerin malê ku cenazeyên dayik û xûşkeke xwe dibînin û xûşkeke xwe jî birîndar dibînin. Bi dîtina wan dîmenan li cihê bûyerê, ew bira peywendiyê bi polîs dikin û ekîpên polîs diçin cihê bûyerê û dest bi lêkolînê dikin.

Hêzên polîs li nav bajêr dest bi lêgerîn û lêkolînê dikin û li taxa Golbaşiyê rê li kesekî digirin ku hewla xwekuştinê dide.

Li gor ajansa IHAyê, hêzên polîs hişyariyê didin wî kesî û jê dixwazin ku xwe radest bike, lê ew kes guh nade bangewaziyên polîs û ji ber wê jî polîs teqe dikin û ji dest û sîng wî kesî birîndar dikin.

Kesê birîndar ku tê gotin, heman bikujê hevjîna xwe ya berê û du keçên xwe ye, piştî birîndarbûnê rakirine nexweşxaneya bajêr.

Derbarê bûyerê de lêkolîn dest pê kiriye.

Rudaw
Top