• Saturday, 20 April 2024
logo

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di mehekê de 29 jin hatin kuştin

Gulan Media December 3, 2020 Civakî
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di mehekê de 29 jin hatin kuştin
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nava mehekê de 29 jin ji aliyê hevjîn an jî kesûkarên xwe ve rastî tundûtûjiyê hatin û jiyana xwe ji dest dan.

Platforma `Em ê Kuştina Jinan Rawestînin` raporta xwe ya meha Mijdarê belav kir û amaje bi wê kir ku tundûtûjiya li beramber jinan zêde bûye.

Wê platformê hejmara jinên ku di heyama mehekê de jiyana xwe ji dest dane jî aşkere kir û got, “Di nava mehekê de 29 jin ji aliyê hevjîn, bav, bira û kesûkarên xwe ve hatine kuştin.”

Her li gor wê raportê, hejmareke zêde ya wan jinan li malên xwe hatine kuştin ku rêje wek ji sedî 69 hatiye destnîşankirin.

Li gor raportê, “20 ji wan jinan li malê, 4 li kolanê, 3 li cihê kar, 1 li araziyê hatiye kuştin, cihekê kuştina yekê jî nehatiye diyarkirin.”

Di raportê de hatiye, “10 ji wan jinan ji aliyê hevjîn, 5 ji aliyê dergistî, 1 ji aliyê dergistiyê berê, 4 ji aliyê hevjînê berê, 2 ji aliyê kesûkar, 2 ji aliyê bav, 1 ji aliyê bira û 1 ji aliyê kur û 2 jî ji aliyê kesên nas ve hatine kuştin.”

Herwiha hatiye aşkerekirin ku di mehekê de 10 jinan jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane.

Rudaw
Top