• Thursday, 25 April 2024
logo

Li Sine du bira xûşka xwe dikujin û 'serjê' dikin

Gulan Media December 1, 2020 Civakî
Li Sine du bira xûşka xwe dikujin û 'serjê' dikin
Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, du birayan xûşkeke xwe bi tometa ku peywendî li gel xortekî hebûye kuştine û serê wê jê kirine.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên xwecihî ve navê wê jinê Sergul û 31 salî bûye û şeva Yekşemiya bihorî ji aliyê polîs ve hatibû desteserkirin, lê paşê hatiye berdan.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw ku nûçe û rewşa mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê dişopîne, derbarê bûyerê de ragihandiye, ku Sergul Hebîbî ji aliyê birayên xwe ve ji ber “hebûna peywendî li gel xortekî” û bi hinceta “Namûsê” hatiye kuştin.

Hengawê ragihandiye, “ew jin heyamek berê bi tometa hebûna peywendî li gel xortekî ji aliyê hêzên polîs ên taxê ve hatibû desteserkirin, lê belê herdu piştî rojekê hatibûn berdan.”

Li gor zanyariyan, Sergul xelkê gundê Tuwarmela yê ser bi bajarokê Kelaterzan û niştecihê taxa Kemerbendî 25 a bajarê Sine bûye, zewicî bûye û du zarokên wê hene.

Dozgerê Giştî û Şoreşê yê Sineyê, Mihemed Cebarî jî ji ajansa fermî ya Îranê ya navenda Sineyê re ragihandiye, “bûyer şeva Yekşemê li gundekî Sine çê bûye û du bikujên wê jina ciwan demjimêrekê piştî bûyerê hatine desteserkirin û li tawana xwe mikur hatine.”

Mihemed Cabarî gotiye, ew herdu kesên hatine desteserkirin, xizmên wê jinê ne, lê diyar nekiriye ku çiyê wê ne. Cebarî diyar kiriye, hêj sedema kuştina wê jinê ji aliyê wan du kesan ve diyar nîne û hêzên polîs dest bi lêkolînê kirine.

Rudaw
Top