• Friday, 26 April 2024
logo

Mîrê Êzidiyan biryara "zewaca" zaroka 14 salî Merwa Hacî hilweşand!

Gulan Media November 28, 2020 Civakî
Mîrê Êzidiyan biryara
Zaroka bi navê Merwa Hacî ya 14 salî bi niyeta zewacê ji bo Coxî Silo yê 54 salî hatibû xwestin. Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim ev hewla zewac hilweşand.

Nûnerê Mîr Hazim di daxûyaniya medyayî de got, "Bi emrê mîr Hazim, spas ji bo Xwedê pirsgirêka Coxî Silo û Merwa Hacî hat çareserkirin û biryara zewacê hat hilweşandin. Zewac nehatibû kirin, tenê hatibû xwestin."

Hat diyarkirin ku, di nav civaka Êzidiyan de destûr ji van kiryaran re nîne!

Amaje bi bandora medyayê kir û got, "Di medyayê de ev mijar gelek belav bû. Lewma em gelek xemgîn bûn. Ev karekî gelek xelet e. Di nav Êzidiyan de ev kar çênabe: Keçek gelek biçûk be û zilam gelek mezin be, em vî karî red dikin."

Nûnerê Mîrê Êzidiyan destnîşan kir ku ev pirsgirek bi temamî hatiye çareserkirin.

Di asta navneteweyî ev kiryar wekî zewac nayên pênasekirin lêbelê wekî destdirêjiya li ser zarokên tên qebûlkirin. Ji ber ku zarok ne di wê astê de ne ku biryarekê bidin û bi rastî nizanin zewac çi ye.

K24
Top