• Thursday, 25 April 2024
logo

Li Herêma Kurdistanê rêjeya tundiya li ser jinan kêm bûye

Gulan Media November 26, 2020 Civakî
Li Herêma Kurdistanê rêjeya tundiya li ser jinan kêm bûye
Roja 25ê Mijdarê, Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan e, li gor amarên Rêveberiya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, li Herêma Kurdistanê rêjeya tundiyê ji ber karantîna û hişyariya civakî kêm bûye.

Tevî hebûna helmetên hişyariya civakî, ku ji aliyê medya û navendên civakî û rewşenbîrî ve têne meşandin, hê jî li ser medyaya civakî tundî û cûreyên wê têne dîtin.

Rojane çendîn semînerên civakî têne pêşkêşkirin û ji aliyê yasayî, derûnî û civakî ve têne şîrovekirin, lê dîsa tundiya laşî û derûnî û gelek caran bûyerên kuştinê jî, têne dîtin.

Li Herêma Kurdistanê bûyerên xwekuştin, xweşewitandin û tundiya cinsî, li gor sala borî û li gor amarên herî dawî yên Rêveberiya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, kêm bûye.
Top