• Saturday, 20 April 2024
logo

Almanya- Bijîşkekî 2 berketiyên Koronayê kuştibûn hat desteserkirin

Gulan Media November 22, 2020 Civakî
Almanya- Bijîşkekî 2 berketiyên Koronayê kuştibûn hat desteserkirin
Li Almanyayê bijîşkke bi tohmeta kuştina 2 nexweşên Koronayê har desteserkirin û bijîşk tohmeta li ser xwe qebûl kir.

Polîsê Almanyayê di daxuyaniyekê de aşkere kiriye bijîşkekî di meha Sibatê dema li bajarê Îsn li Rojavayê Almanyayê kar dikir 2 nexweşên Koronayê kuştine û ew bijîşk roja çarşemê ji aliyê wan ve hatiye desteserkirin.

Ligor zanyariyan ew nexweşên bijîşk ew kuştine yek 47 salî û yek jî 50 salî bûye û rewşa wan a tendirustî gelekî xirab bûye.

Herwiha ew bijîşkê 2 nexweş kuştine 44 salî ye û niha derbarê wê de lêpirsînên yasayî hatine vekirin û bijîşk ew tohmetên li ser xwe qebûl kirine.

Basnews
Top