• Thursday, 25 April 2024
logo

Li Kirmaşanê karkerekî xwe şewitand

Gulan Media November 20, 2020 Civakî
Li Kirmaşanê karkerekî xwe şewitand
Li bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê karkerekî li ber Sendîkaya Karkeran li wî bajarî agir berda bedena xwe û ji ber birîna xwe ya giran li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Li gor zanyariyan duh, 18.11.2020, karkerekî temen 45 salî bi mebesta nîşandana nerazîbûna xwe li beramber şert û mercên xirap ên jiyanê, li ber Sendîkaya Karkeran a Kirmaşanê agir berda bedena xwe.

Li gor gotina şahidhalan ku li torên civakî belav kirine, wî karkerî berî ku agir berde bedena xwe hawar kiriye û gotiye, `dayika wî nexweşiya penceşêrê heye, bîmeya (sîgorta) wan nîne, lewma nikare têçûyên çareserkirin û dermanan dabîn bike` û ji ber wê yekê jî agir berdaye bedena xwe. Rûdawê heta niha nekariye van zanyariyan piştrast bike.

Her li gor zanyariyan, ji aliyê hêzên agirkujiyê ve şewata bi laşê wî karkerî ve hat vemirandin û ew karkerê ku beşeke zêde ya laşê wî şewitî bû bo nexweşxaneyê hat veguhastin. Lê îro, 19.11.2020 piştî nîvro, wî karkerî canê xwe ji dest da.

Rudaw
Top