• Friday, 19 April 2024
logo

Li Tirkiyê di 10 mehan de 453 jin hatin kuştin

Gulan Media November 15, 2020 Civakî
Li Tirkiyê di 10 mehan de 453 jin hatin kuştin
Navenda Lêkolînên Sosyo-Polîtîk ragihand ku di 10 mehên îsal de 453 jin li seranserê Tirkiyê hatine kuştin. Navenda navbirî raporta 10 mehên sala 2020ê ya tundûtûjiya dijî jinan li Tirkiyê belav kir.

Di raportê de tê gotin ku 453 jin hatine kuştin, 256 bûyer tawanê kuştina rasterast û bi mebest bûye û 197 bûyerên kuştina jinan jî gumana tawanê organîzekirî jê tê kirin.

Li gor raportê, hejmara herî zêde ya kuştina jinan li Stenbolê hatiye tomarkirin. Di 10 mehan de li Stenbolê 37 jin hatine kuştin. Piştî Stenbolê dosyayên herî zêde yên kuştina jinan li Izmîrê 19 jin, Amed 18 jin, Antalya 13 jin, Mêrdîn 11 jin û Aydinê 11 jin hatine kuştin.

Di raportê de tê gotin, ji sedî 39.7ê bûyerên kuştina jinan ji aliyê hevjînên xwe yan jî ji aliyê hevjînên xwe yên berê ve hatine kuştin. Ji sedî 18.4ê tawanê kuştina jinan ji aliyê kes û karên wan ve hatiye kirin û ji sedî kuştinên din ji aliyê evîndar an hevalên xwe yên mêr ve hatine kirin.

Navenda Lêkolînên Sosyo-Polîtîk ragihand ku ji sedî 57.8ê tawanên kuştina jinan bi rêya bikaranîna çekan bûye, ji sedî 27.3 bi kêr an tiştên wiha û ji sedî 6.6ê bûyerên kuştina jinan jî bi rêya xeniqandinê bûye. Herwiha ji sedî 54.3ê bûyeran di nav malên wan de bûye. Ji sedî 33.6ê bûyeran li ser cade, kolan û cihên giştî û ji sedî 12.1ê bûyerên din jî cihê wan nehatiye zanîn ka li ku hatine kirin?

Rudaw
Top