• Friday, 26 April 2024
logo

Li Germiyanê keçekê bi xeletî gule li xwe da û jiyana xwe ji dest da

Gulan Media November 9, 2020 Civakî
Li Germiyanê keçekê bi xeletî gule li xwe da û jiyana xwe ji dest da
Derengê şeva borî li sînorê nahyeya Bawenûr a ser bi qeza Kelarê keçekê bi xeletî guleya çifteyê li xwe da û ji ber wê jî jiyana xwe ji dest da.

Karmendê fîlim girtinê li nexwaşxaneya Şehîd Mela Ehmed li nahyeya Bawenûr Mukerrem Mubarek îro 09.11.2020ê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Derengê şeva borî li gundê Qela Tepe ya ser bi nahyeya Bawenûr, termê keçeke 15 salî ya bi navê Şewnim Ezîz Rostem anîn nexwaşxaneyê û derket ku guleya çifteyê ango çeka nêçîrê ji dest derketiye û li wê bixwe ketiye û ji ber wê jî jiyana xwe ji dest daye.’’

Herwaha got: ‘’Malbata wê keçê mijûlê ajelan bûne, bi bîhîstina dengê guleyê ve agahdar bûne ku keça wan ji ber gule lê ketiye dawî bi jiyana xwe aniye.’’

Navborî got: ‘’Îro polîsê Bawenûr dosyaya lêkolînê derbarê bûyerê de vekiriye.’’

Basnews
Top