• Thursday, 25 April 2024
logo

Li Başûrê Kurdistanê jihevcudabûna hevjînan zêde dibe

Gulan Media November 7, 2020 Civakî
Li Başûrê Kurdistanê jihevcudabûna hevjînan zêde dibe
Di dema 11 salên derbasbûyî de li Başûrê Kurdistanê, di her rojekê de bi giştî 119 pêkanîna jiyana hevjîniyê û 19 jihevcudabûna hevjînan hatiye tomarkirin, li Herêma Kurdistanê jî di her sê rojan de zilamekî jina duyem aniye.

Tenê di 9 mehên yekem ên 2019ê de 40,547 kesî jiyana hevjîniyê pêk anîne. 4237 jin û zilam jihevdû cuda bûne û 288 zilaman jî jina duyem anîne. Parêzerekî şêwirmend dibêje, jiber bandora kirîza darayî û torên civakî û bêkariyê, hijmara dosyeyên jihevcudabûnê li dadgehên Herêma Kurdistanê di zêdebûnê de ye.

Parêzerekî şêwirmend Xazî Hemîd Zengene dibêje, “Mixabin xelkekî zêde berî dema pêwîst a xwe jiyana hevjîniyê encam didin, çi jin çi zilam be. Piştî demekê bilez biryara jihevcudabûnê didin.”

Dema tu sala 2018ê beramberî sala 2014ê dike, ew yek zelal dibe ku proseya pêkanîna hevjîniyê di 2018ê de beramberî 2014ê bi rêjeya ji sedî 16.1e û marbirrîn li derveyî Herêma Kurdistanê bi rêjeya ji sedî 12.2 kêm kiriye.

Jihevcudabûn jî bi rêjeya ji sedî 4.5e û jinanîna duyem bi rêjeya ji sedî 5 zêde bû ye. Berdevkê rêveberiya rûbirûbûna tundûtîjiyê ya dijî jinan û malbatê li Hewlêrê behsa wê yekê dike, beşekî pirsgirêka malbatan a jihevcudabûnê bikaranîna şaş a torên civakî ye.

Rêbaz Zêwer, Berdevkê rêveberiya rûbirûbûna tundûtîjiyê ya dijî jinan û malbatê li Hewlêrê diyar dike, “Bi taybetî hêvî dikim jin nekevin xefika hinek torên civakî.”

Li gor amarên Encûmena Dadweriyê, di dema 11 salên derbasbûyî de li Başûrê Kurdistnê, 467,124 kesan jiyana hevjîniyê pêk anîne, 75,852 jin û zilam jihevdû cudabûne, 1358 kesan jina duyem aniye, 32,877 dosyeyên marbirrînê li derveyî Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin.

Rudaw
Top