• Thursday, 25 April 2024
logo

Duhok…Zarokekî 4 mehî ji aliyê dayîka xwe ve hat kuştin

Gulan Media November 5, 2020 Civakî
Duhok…Zarokekî 4 mehî ji aliyê dayîka xwe ve hat kuştin
Şeva bor 04.11.2020ê li yek ji taxeke bajarê Duhokê zarokekî keç a temanê wê 4 mehî ji aliyê dayîka xwe ve hate kuştin.

Berdevkê rêveberiya polîsê parêzgeha Duhokê Hêmin Silêman ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî li taxa Malta ya bajarê Duhokê keçeke temen 4 mehî ya bi navê Şaron Denîz ji aliyê dayîka xwe ve hate kuştîn û li gor zanyariyên polîs jî sedemê bûyerê pirsgirêkeke civakî ya navbera dayîk û bavê wê keçê bixwe de bûye.’’

Herwaha got: ‘’Ew keça 4 mehî bû qurbaniya pirsgirêka navbera dayîk û bavê xwe û tometbar jî li gor madeya 406 hate girtin.’’

Basnews
Top