• Friday, 26 April 2024
logo

Sine - Jina kurd, ya ku hevjîn û du zarokên xwe kuştibû, li ber dara îdamê ye

Gulan Media October 17, 2020 Civakî
Sine - Jina kurd, ya ku hevjîn û du zarokên xwe kuştibû, li ber dara îdamê ye
Jineka kurd ya Rojhilatî, ku du zarokên xwe û hevjînê xwe kuştibû, dê were bidarvekirin.

Pênc sal berê, li bajarê Qurwe li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, jina kurd ya bi navê Zeyneb Xudamuradî, hevjînê xwe û du zarokên xwe kuştibû, ji ber wê jî bi sizayê qîsasê hatibû mehkûmkirin.

Çavkaniyên mafên mirov dane zanîn ku berpirsên girtîgeha Sine ew girtiya kurd roja 15 vê mehê birine cihê îdamê. Tê gotin ku dê Zeyneb sibê (18 vê mehê) were bidarvekirin.

Li gorî agahiyan, ew jina kurd (42 salî) beriya ku endamên malbata xwe bikuje, ji ber nexweşiya derûnî li nexweşxanê hatibû razandin.

Basnews
Top