• Thursday, 25 April 2024
logo

Rêjeya hejariyê li Duhokê her ku diçe zêde dibe

Gulan Media October 17, 2020 Civakî
Rêjeya hejariyê li Duhokê her ku diçe zêde dibe
Bi sedema belavbûna korona û kêmbûna derfetên kar, xelkê Duhokê kasibiya xwe ji dest daye.

Rêveberiya Çavdêriya Civakî ya Duhokê, rapirsiyek li gel 18 hezar û 800 malbatan kiriye, %72 a wan malbatan bi zehmet debara rojane ya xwe peyda dikin. Ji wan %52 pareyê dermanan nîne.

Henek ji wan ku rojane karên destfroşî û boyaxkirina pêlavan dikin, rojane di navbera 5 heya 10 hezar dînaran dest wan dikeve.

Dayîka yek ji wan malbatên hejar Samya Mîrza dibêje henek caran zarokên wê bi birsî dinivin. Wê malbatê heta mobail jî nîne, ku hejmara wê belav bikin xelik alîkariyê bike.

Welatiya bi navê Samya Mîrza got: “Rewşa me gelek xirab e, gelek caran digihê wê astê ku zarokên me bê zad nîne û me xwurek nîne. Jiyana me bi hêviya zilamê min ve ku diçe karê boyaxkirina pêlav dike. Carna ti karê vî çênabe, wê demê di min hêviya xweyxêran ku alîkariyekê ji me re bikin.”

Karê hinek markêt û nanpêjiyan ji ber ku xelk kelûpelan deyn dikin rewşa wan jî zehmet bûye.

Karker Cemal Ferîq jî dibêje: “Ez gelek dibînim gelek kesan pere nîne bidin. Eger deynê xwe nedin karê me jî gelek zehmet dibe.”

Dikandar Hewar Ebîr jî got: “Em şerm dikin nedin, çimkî gelek ji wan kesên nasin weke cîran û mirovên me ne. Hinek caran jî pere deyn dikin ma em çi bikin.”

Rêveberiya Giştî ya Çavdêriya Geşepêdana Komelayetî rapîrsiyek ligel 18.800 xêzanên parêzgeha Duhokê kiriye û nêzîkî çar yekên wan pirsgirêka peydakirina pêwîstiyên rojane hene.

Rêvebirê Giştî yê Çavdêrî û Geşepêdana Civakî Dr. ŞÊrzad Hemîd jî got: “Bo me gelek amarên cûda cûda derketin, yek ji wan ew bû ku nêzîkî ji sedî 72 pêwîstî bi kelûpelên xwarinê hebûn. Herwiha nêzîkî ji sedî 54 nikarin derman ji bo xwe peyda bikin.”

Li gorî amarên Rêveberiya Amaran li Parêzgeha Duhokê, nêzîkî 1.600.000 kes li Duhokê djîn û sala 2018a rêja hejaryê li Duhokê 8.5 bû, piştî wê demê çi lêkolînên zanistî nehatîne kirin.

Rudaw
Top