• Saturday, 27 April 2024
logo

Pêkanîna hevjîniyê li Rojavayê Kurdistanê lawaz bûye

Gulan Media October 11, 2020 Civakî
Pêkanîna hevjîniyê li Rojavayê Kurdistanê lawaz bûye
Krîza Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bû sedem ku kevneşopiyên civakî jî hinekî bêne guhertin. Berî krîza Sûriyê, normal her kesek bizewice, divê qelen bide, deweta xwe bike, yan xerciyeke baş dida, lê niha rewş hatiye guhertin, zava li Ewropa ye, bûk li Rojavayê Kurdistanê ye, 2 sal lazim e heta bigihêjen hev.

Îman mihemed a 20 salî ji bajarê Qamişlo ye, ev saleke nîşan kiriye û destgirtiyê wê li Îmaratêî kar dike. Ji bo jiyana hevseriyê heta niha destgirtiyê wê zêdeyî 10 milyon lîreyên sûrî xerc kiriye û ji ber kêm derfetên jiyanek baş li bajarê wê, Îman erê kir ku bighêje wî.

Welatî Îman Mihemed dibêje: “Tişt gelekî buha bûne, ez bûk im ezê herim Îmaratê jiyana xwe dewam bikim, gelek teklîfe hene, yên li vir jî gelek zehmetiyan dibînin. Kêmanî 10 milyon pêwîst e ku tu bûkekê ji xwere bîne, pêdiviyên malê buhane.”

Li Rojavayê kurdistanê kêm xort dikarin zewaca xwe bikin, ji ber ku mûceyên wan têra wî barî nake.

Welatî Kajîn Hesen jî dibêje: “Îro misqala zêr bi 150 hezarî ye, qelenê bûkan 7 milyone, pêwistiyên dawetê jî hene, ka xort dê çi kar bike. Bilaa rojane bi 10 ta 15 hezaran karbike, 10 sal pêwiste ku qelenê jinê peyde bike.”

Civaknas dibêjin, bandora vê rewşa aborî û rêgirtina li ber derfetên jiyana hevsertiyê li ser keçan zêdeyî xortane, herwiha avakirina malbatekê nû bêyî şert û mercên baş destpêka helwişandina wê dibînin.

Civaknas Şikrî Yûsif jî got: “Vê rewşê hişt ku rêjeya keçên mezin ên ne zewicî bilind bibe, gelek keç çûn derveyî welat û li derve û hindir berdan zêde bû. Rewşa aborî bê aramiyê, dolar bilind dibe, xort nema dikarin qelanê keçan jî bidin.”

Jiyana hevsertiyê beriya krîza Sûriyê bi 300 hezarî pêk dihat, lê neha tenê misqala zêr bûye nîvê wî qelenî.

Rudaw
Top