• Tuesday, 30 April 2024
logo

Kerkûk…Destdirêjiya seksî li ser keçeke temen 10 salî hate kirin

Gulan Media October 10, 2020 Civakî
Kerkûk…Destdirêjiya seksî li ser keçeke temen 10 salî hate kirin
Rêveberê binkeyê polîsê Domîzê li Kerkûkê aşkera kir, ji aliyê kureke temen 16 salî ve destdirêjiya seksî li ser keçeke temen 10 salî pêkhatiye û ew kesê tometbar hatiye girtin.

Îro 10.10.2020ê rêveberê binkeyê polîsê Domîz a Kerkûkê Yusif Salih ji basnewsê re ragehand, li taxa Esra û Mefqudîn a bajar keçeke temen 10 salî ya bi navê S.N.T ku bavê wê tirkmene û dayîka wê jî kurde, ji aliyê kureke ereb ê bi navê Ê.F.Ê yê temen 16 salî ve di malekî de destdirêjiya seksî li ser hatiye kirin û piştre ew kur hate girtin.

Herwaha got, piştî lêkolînan aşkera bû çend rojek bû ew kur çavdêrîya wê keçê dike, piştre bi zorê biriye mal û li gor raport bijîşk wî kurî destdirêjîya seksî bi temamî kiriye ser wê keçê.

Basnews
Top