• Saturday, 20 April 2024
logo

Li Rihayê zilamekê 5 rojan hevjîna xwe îşkence kiriye

Gulan Media October 8, 2020 Civakî
Li Rihayê zilamekê 5 rojan hevjîna xwe îşkence kiriye
Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê kesekî bi navê Îlyas A hevjîna xwe ya ji Sûriyê Mirvet Nimej bo heyama 5 rojan îşkence kiriye.

Li taxa Dêrîkliyê ya navçeya Xelîliya parêzgehê, zilamekî bi nav Îlyas A, hevjîna xwe ya ji Sûriyê Mirvet Nimej ku dayika 3 zarokane û temen 28 saliyê ye, 5 rojan li ser hev bi zincîrê îşkencekiriye û bi kêlbedanê neynûkên lingên wê kişandine.

Cîran, dengê qîrênên jina ku hatiye îşkencekirin bihîstine agahî dane polîsan.

Li gor jêderên medya Tirkiyê, polîsên ku hatine cihê bûyerê jina navborî rizgar kirine û bo nexweşxaneyê veguhestine.

Herwiha hevjînê wê ku îşkence lêkiriye girtine.

Jina ku her aliyê laşê wê şîn û di nav xwînê de maye û birînên wê kurm girtine, di beşa çavdêriya hûr ya nexweşxaneya dewletê Balikligolê de tê ragirtin.

Rudaw
Top