• Friday, 19 April 2024
logo

Şeş hezar koçber li Bosnayê asê mane

Gulan Media September 24, 2020 Civakî
Şeş hezar koçber li Bosnayê asê mane
Li Bosnayê hejmarek koçber cihê wan ê mane nîne. Ew li bendê ne derbasî sînorên Schengenê û Yekîtiya Ewropayê bibin. Li Bosniayê 7 kampên pêşwaziya demkî ya li koçberan hene. Lê cihê mana 6 hezar koçberan di wan de nabe ku beşeke wan xwe gihandine navçeya Bihac li sînorê Kirwatya. Hinekan ji van koçberan çendîn car hewl dane derbas bibin, lê ji aliyê polîsan ve hatine desteserkirin û vegerandin.

Îman, koçberê Pakîstanî dibêje, “Pirsgirêk ew e carekê polîsan em desteser kirin û hemû tiştek ji me wergirtin, niha tiştekî me nîne, xwarin, cil û berg û pêlav, em nikarin tiştekî box we peyda bikin.”

Demsala sermayê nêzîk bûye, ew ji wê yekê ditirsin ku li vê derê bimînin bêyî tiştekî wan hebe têde bêhna xwe berdin. Bi taybetî yên zarok ligel wan in gelekî nîgeran in.

Mihemed Emîn, koçberê Afganî diyar dike, “Bi şev gelekî sar e bo zarokan. Bo min ne pirsgirêk e, lê zarok nikarin xwe li ber bigrin nexweş dikevin.”

Xwebexşên Rêxistina Koça Cîhanî, hewl didin xwarin û pêdiviyên din bo koçberên derveyî kampan peyda bikin, ji ber ew kampên li Bosniayê hene biçûk in û cihê wê hejmara zêde di wan de nabe.

Ale Siljdedic, Berdevkê Polîsên Herêma Una-Sana dibêje, “Li vê herêmê 5 navendên pêşwaziyê hene, ku tenê cihê 3 hezar kes dike, lê hejmara koçberan li derve nêzîka 5 heta 6 hezar kes dibe, ti cihekî vana nîne. Hewl jî didin derbasî rojavayê Ewropayê bibin. Niha karê me tenê çavdêrîkirin e.”

Sala 2015an di vê rêyê re bi sedan hezar koçber derbas bûne ber bi welatên Yekîtiya Ewropayê, lê rê di 2016an de li gor Rêkeftina Brukselê bo kêmkirina hejmara koçberan hat girtin û Tirkiye jî razî bû rê li ber koçberan bigre ku ji Tirkiyê bo Yunanê û ji wê derê jî derbasî welatên Balkanê bibin. Lê ligel vê jî di 6 mehên derbasbûyî de 23 hezar koçber gehiştine welatên Balkan û Bosnia yê.

Rudaw
Top