Bavek du keçên xwe kuşt
Bûyer li Çemçemalê qewmiye û bav jî reviyaye.
Li gor daxuyaniya polîsa Çemçemalê, bavek her du keçên xwe kuştiye û reviyaye.
Polîsê Çemçemalê eşkere kiriye ku îro hêzên polîs hatine agehdarkirin ku bavek her du keçên xwe yên temen 17 û 20 sal kuştiye û reviyaye.
Di daxuyaniyê de hatiye gortin ku beriya niha jî li birêveberatiya nehêştina tundûtîjiya dijî jinan dosyeyeke taybet ya wan her du keçan hebûye û ji aliyê bavê xwe ve rastî tundûtîjî hatine.