• Friday, 29 March 2024
logo

Çemçemal- Ji ber şerê 2 malbatan 3 kes hatin kuştin

Gulan Media September 6, 2020 Civakî
Çemçemal- Ji ber şerê 2 malbatan 3 kes hatin kuştin
Êvara îro roja şemiyê li qezaya Çemçemalê şer di navbera 2 malbatan de derket û di encamê de 3 kes hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Rêveberê Polîsê Çemçemalê Mihemed Ebdî ji BasNewsê re axivî û ragihand li nahiyeya Tekyeya Kakemend şer di navbera 2 malbatan de derketiye û ji ber şerê malbatî 3 kes hatine kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.

Herwiha Mihemed Ebdî aşkere jî kir di navbera malbatê te ji mêjda ye nakokî heye û piştî rûdanê hêzên emnî guhiştine cihê bûyerê û dest bi lêpirsînê kirine.
Top