• Saturday, 20 April 2024
logo

Li Wêranşarê şerê du malbatan: 2 mirî, 4 birîndar

Gulan Media September 5, 2020 Civakî
Li Wêranşarê şerê du malbatan: 2 mirî, 4 birîndar
Li Rihayê di encama şerekî di navbera 2 malbatan de 2 kes hatin kuştin û 4 kes birîndar bûn.

Li navçeya Wêranşar a ser bi parêzgeha Rihaya Bakurê Kurdistanê ve, êvariya roja derbasbûyî di navbera 2 malbatên xizmên hev de şer derket.

Li gor zanyariyan di navbera wan herdu malbatên endamên eşîra Kumnekşan de nîqaşek derket û ew nîqaş di demek kurt de veguherî şer bi dar, kevir û çekan.

Her li gor zanyariyan di encama wî şerî de 6 kes birîndar bûn û birîndar ji aliyê tîmên hawarçûnê ve ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê hatin veguhastin.

Lê li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanên pizîşkî kesên bi navên Mehmet Geldî û Sînan Geldî ji ber birînên xwe yên giran canê xwe ji dest dan.

Li cihê bûyerê ji aliyê hêzên polîs ve tedbîrên emnî yên tund hatin girtin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Heta niha diyar nebûye ka şerê di navbera wan herdu malbatan de li ser çi çê bûye.

Rudaw
Top