• Wednesday, 03 July 2024
logo

Mela Ehmedê Namî pêşketina jinên Kurd ji xwe re kiribû armanc

Gulan Media September 4, 2020 Civakî
Mela Ehmedê Namî pêşketina jinên Kurd ji xwe re kiribû armanc
Helbestvanê Kurd Mela Ehmedê Namî yek ji stûnên helbesta resen li Rojavayê Kurdistanê bû.

Namî di hemû helbest û berhemên xwe de, hewl dida gelê xwe bi pêş ve bibe, zimanê wî geş bike û keç û jinên wî azad û xwende bike da gelê Kurd jî cihê xwe di nav rêza gelên pêşketî yên cîhanê de bigire.

Namî êş û janên gelê xwe baş nas kiribû û digot: “Dibistanan bi lez çêkin, hepisxanan bikin wêran. Nemaze xwendinê pir kin, ji bo me her ev in derman.”

Lewma jî Namî di wê dema dijwar de, xwendin, parastina zimanê kurdî û bi taybetî pêşketina keç û jinên Kurd ji xwe re kiribû armanc.

Di nîveka yekem a sedsala borî de, li gundê Tilşeîra Aşîta ku dikeve rojhilatê bajarê Qamişloyê dibistaneke keçan bi saya Namî hate vekirin. Keçên Kurd di wê dibistanê de fêrî xwendin û nivîsîna bi zimanê Kurdî dibûn.

Berî dest bi xwendina xwe ya rojane bikin, şagirtên keç sirûdeke Namî digotin û paşê dest bi xwendinê dikirin. Ev sirûd bi navê (Neşîd û Gaziya Keçan) di dîwana Namî ya (Daxwazname)yê de cih digire, beşek jê wiha ye:

Birayên delal hûn werin xortino

Buhuşt e welat da`m herin merdino

Welat çav li rê bendewarê me ye

Ciwan herne pêş dewr û dem ya we ye

Dilê me ji pola ye gurçik hesin

Ji bo tol û doza welat em bes in

Eger hûn neyên vane keç em meşîn

Bes in koletî serfiraz da`m bijîn

Rudaw
Top