• Thursday, 25 April 2024
logo

Li Amedê jinek li ber çavên keça xwe ya 8 salî hat kuştin

Gulan Media August 30, 2020 Civakî
Li Amedê jinek li ber çavên keça xwe ya 8 salî hat kuştin
Li bajarê Amedê jineke 31 salî ya bi navê Remziye Yoldaş, li ber çavên keça xwe ya 8 salî ji aliyê hevjînê xwe ve li nîvê kuçeyê hate kuştin. Li gorî agahiyan kujer ango hevjînê wê ji zindanên firar kiriye, hatiye ew kuştiye û reviyaye. Heta niha jî kujerê Remziye Yoldaşê nehatiye girtin.

Li Amedê jinek bi navê Remziye Yoldaş ku temenê wê 31 salî ye, ji aliyê hevjînê xwe Veysî Yoldaş ku ji girtîgehê reviyabû ve li Taxa Ezîziye li Kolana 588'an hate kuştin. Kujer piştî hevjîna xwe kuşt reviya û hê jî nehatiye girtin.

Remziye Yoldaş, li ber çavên cînar û rûniştvanên taxê hate kuştin. Şahidên bûyerê ji ber çek di destê kujer de bû newêrîn Yoldaşê biparêzin.

Evdila Çoban, şahidê bûyerê dibêje, “Li vir lêxist. Piştî lêxist pîrek kete xwarê. Piştî kete xwarê gule lêda. Îcar di ku de lêxist ez nizanim. Qelebalix çêbû, gel top bû. Telefonê ambûlansê kirin, ambûlans dereng ma. Dema vî mêrikî lêxist reviya û guleyek jî bera hewayê da.”

Cenazeyê Remziye Yoldaşê ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Li gorî gotina birayê wê, ne tenê xwîşka wî ew jî weke malbat rastên gefên kujer hatine, wan beriya çend rojan giliyê kujer kiriye lê dewletê bi tu awayî ew neparastine.

Mustafa Tura, birayê Remziye Yoldaş, diyar dike, “Sîlehê digre tê dikana me, dibêje ez ê we tevan bikujim. Min xwîşka te kuştiye. Duh êvarê xeber şandiye dibêje min xwîşka we kuştiye ez ê we jî bikujim.”

Li gorî malbatê kujer beriya 7 salan ji diziyê hatiye zindanîkirin û 2 salên wî mane ku cezayê xwe biqedîne. Lê wî ji zindanê firar kiriye û xwestiye Remziye Yoldaş pê re biçe. Ji ber ku Remziyeyê ev daxwaz qebûl nekiriye rastê êrîşê hatiye.

Hacîre Tanriverdî, xaltiya Remziye Yoldaş diyar dike, “Wehşet e. Îdamê dixwazim. Em îdamê dixwazin. Ji bo yên ku kuştinên jinan kirine ji hemûyan re îdamê dixwazim. Ji serokomar, ji wezîrê dadê, ji wezîra malbatê re banga min heye; bila li ser kuştina jinan bisekinin. Bila kuştinên jinan êdî bisekinin, bisekinin, bisekinin, bisekinin.”

Li gorî amarên fermî di nava 10 salên dawiyê de li tevahiya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 2 hezar û 998 jin ji aliyê bav, bira, hevjîn an jî hezkiriyên xwe ve hatine kuştin. Herî dawî di meha tîrmehê de 36 jin ji aliyê mêrên herî nêzikî xwe ve hatine qetilkirin.
Top