• Friday, 19 April 2024
logo

Li Licê şer û pevçûn:5 mirî û 2 birîndar

Gulan Media August 26, 2020 Civakî
Li Licê şer û pevçûn:5 mirî û 2 birîndar
Li navçeya Licê ya Diyarbekirê di navbera du malbatan de şer û pevçûn derket û di encama şer de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku li gundên Pîrik û Celik ên ser bi navçeya Licê, di navbera du malbatan de ji ber erd û zeviyan pevçûn derket.

Di encama şer û pevçûnê de ku çek hatin bikaranîn, 3 kesan canê xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku hêzên ewlehiyê û ambulans gihiştine cihê rûdanê û her pênc birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

K24
Top