• Wednesday, 24 April 2024
logo

Karvedanên mirina keça Kurd a xelka Êlihê berdewam in

Gulan Media August 20, 2020 Civakî
Karvedanên mirina keça Kurd a xelka Êlihê berdewam in
Li Bakurê Kurdistanê karvedan û nerazîbûnên li beramber destdirêjiya leşkerekî Tirk bo ser keçeke Kurd a xelkê bajarê Êliha Bakurê Kurdistanê berdewam in. Mûsa Orhan ew leşkerê Tirk e ku destdirêjî kiribû ser Îpek Er a 18 salî.

Wê keça Kurd roja 16ê Tîrmeha îsal nameyek li pey xwe bicîh hişt û hewl da xwe bikuje. Piştî 34 rojan li nexweşxaneyê ma, 2 roj berî niha canê xwe ji dest da. Di wê nameyê de ku medyayê belav kiriye, Îpek Er amaje bi wê yekê daye ku Mûsa Orhan bi zorê maddeyên hişber û alkol daye wê.

Berdevka Encûmena Jinan a HDPê Ayşe Acar Başaran li Enqerê di civîneke çapemeniyê de çendîn nimûneyên destdirêjiya li beramber jin û zarokên Kurd li Bakurê Kurdistanê anîn ziman û got: "Dewlet berdewam dixwaze wan destdirêjiyan veşêre û perdeyê bi ser wan dake ku ji aliyê leşker û karbidestên dewletê ve li Kurdistanê tên kirin.”

Ayşe Acar Başaran got: “Mûsa Orhan destdirêjiya keçeke ciwan a 18 salî kiriye û bi dirêjahiya 20 rojan desteser kir. Wê keça ciwan çendîn car serî li saziyên peywendîdar da, hewl da dengê xwe bighîne, lê belê nikarî dengê xwe bighîne ti aliyekî.”

Seroka Giştî ya Rêxistinên Jinan a CHPê Aylin Nazliaka li ser hesabê xwe yê Twitterê ew bûyer şermezar kiriye û nivîsiye: “Ew qatilê 20 rojan destdirêjiya keçeke ciwan a 18 salî dike, piştre dibêje li ku gilî dike bike, tiştek bi min nayê. Min berê jî gelek karên wiha kirine, tiştek nebû azad e û malbata zaroka xwe ji dest daye perîşan! Em şermezar dikin.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu yekem car li ser wê mijarê ji rojnameyeke Tirkî re axifî û wek bi awayekî sergirtî piştgiriya wê kiryara leşkerê Tirk bike dibêje: “Bêguman hinek alî berdewam wê bûyerê dikin rojev, dixwazin perdeyê bi ser kiryarên parlamenterekî HDPê û çend kesên PKKyî dakin. Em qet rê nadin destdirêjî û tundûtûjiyê.”

Piştî eşkerebûna bûyerê, 16ê Tîrmeha derbasbûyê Mûsa Orhan hat desteserkirin û ji aliyê Wezareta Navxwe ve hat dûrxistin, lê ligel raporta Pizîşkiya Dadê ku îspat dike destdirêjiya wê kaçê hatiye kirin, bi merc hat azadkirin. Baroya Sêrtê nerazîbûn pêşan da û Dozgerê Giştî yê Sêrtê careke din biryara girtina Mûsa Orhan derxist.

Dozgerê Giştî yê Sêrtê di nivîsarekê de ku roja Çarşemê 19ê Tebaxê derxistiye, amaje bi wê yekê daye ku 27.07.2020ê biryara girtina Mûsa Orhan derxistiye. Mûsa Orhan roja Çarşemê 19ê Tebaxa 2020ê piştî li dadgehê îfadeya wî hat wergirtin, hat girtin. Yekem rûniştina li ser wê dosyayê roja 16ê Cotmeha îsal li Yekemîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê tê kirin.

Rudaw
Top