• Wednesday, 03 July 2024
logo

Keşeyê Dêra Kurdî: 14 Kurdên bûne krîstiyan hatine girtin

Gulan Media August 18, 2020 Civakî
Keşeyê Dêra Kurdî: 14 Kurdên bûne krîstiyan hatine girtin
Keşeyê Kurdê Efrînê Nîhad Hesen ku Keşeyê Dêra Kurdî ye li paytexta Lûbnanê bajarê Beyrûtê, ragihand ku 14 Kurdên li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, ola xwe guhertine û bûne krîstiyan, ji aliyê çekdaran opozisyona Sûriyê ve hatine girtin.

Keşeyê Dêra Kurdî ya Beyrûtê Nîhad Hesen beşdarî beşdarî Bultena 19:00 a Rûdaw TV ya taybet bi Rojavayê Kurdistanê bû û derbarê rewşa krîstiyanên li herêmên jêr kontrola çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Enqerê de daxuyanî da.

Nîhad Hesen diyar kir ku berî êrişên Tirkiyê bo ser hêrêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, derdora 250 malbatên krîstiyan li herêmê hebûn, lê niha piştî êrişan hejmareke zelal a krîstiyanên li herêmê mane di destê wan de nîne û jixwe kesên mane jî ji tirsa newêrên xwe eşkere bikin.

Hesen da zanîn ku li gor agahiyên berdestê wan niha 14 kesên ku ola xwe guhertine û bûne krîstiyan ji aliyê çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê ve hatine girtin

Krstiyanê Kurdê Efrînê Ridwan Mihemed ku yek ji wan 14 kesan e, niha di zîndanê de ye, biryar bû grûpên çekdar îro wî azad bike, ew jî piştî ku navenda çavdêrîkirina azadiya olî ya Amerîka daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê kiribû, midaxele bike ji bo ku wî berdin.

Ridwan Mihemed ji aliyê çekdarên Feyileq El Şam ve, ji 30ê Tîrmehê ve bi sûcê guhertina ola xwe hatiye girtin.

Derbarê Ridwan Mihemed, Keşeyê Dêra Kurdî ya Beyrûtê da zanîn ku soz ji wan re hatibû dayîn ku Ridwan Mihemed heta sibe were berdan û got: “Em ne tenê ji bo kesên krîstiyan, lê ji bo her kurdekê li Efrîn, Serê Kaniyê û li çi herêmên din be, deme di tengaviyê de bin ji bo wan hewl didin û hevalên me li Lubnanê hene û ew jî hevkariya me dikin. Hevalên me yên li Ewropa û Amerîkayê jî ji me re dibin alîkar. Heta em niha ji bo Kurdekî Êzidî yê hate girtin jî dixebitin. Mesihî ji hemû kesan hez dike.”

Hesen herwiha destnîşan kir ku ew êşa hemû Kurdan weke êşa xwe dibînin û dema êrişa bo ser Kobaniyê de tevî hemû xelkê wî bajarê Rojavayê Kurdistanê misilman in ew bixwe ji bo alîkariyê çûye wê derê.

Wî keşeyê Kurd di heman demê de eşkere kir ku ew dê di derbarê van mijaran û kiryarên Tirkiyê yên li herêmê de hevdîtineke ligel Balyozê Amerîka yê Beyrûtê pêk bîne.

Rudaw
Top