• Friday, 19 April 2024
logo

Çîroka wê zaroka Êzidî ya li ser kursiyê Serokwezîrê Iraqê rûniştî

Çîroka wê zaroka Êzidî ya li ser kursiyê Serokwezîrê Iraqê rûniştî
Xerîba Xêro keçeke 6 salî û kurdeke Êzidî ye, bi şandeke ji xelkê Şengalê re çûye cem Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û li şûna wî li ser kursiya serokwezîr jî rûnişt. Xerîba ji Mistefa Kazimî re got, ku wê bêriya bavê xwe kiriye ku çarenivîsa bavê wê nediyar e.

Keçeka Kurda Êzidî ya xelkê Şingalê Xerîba Xêro dema ligel şandê xelkê Şingalê diçe ba Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û serokwezîr weke rêzgirtn wê didane li ser kursiyê xwe.

Xerîba Xêro bav, birayek û xwişkeka xwe ji daye, ew bixwe jî li dema dayîka wê li ba rêxistina DAIŞê girtî li Teleferê ji dayik bûye niha temenê wê şeş salî ye.

Xerîba Xêro ji Serokwezîrê Iraqê re got, ku wê bêriya bavê xwe kiriye,û çarenivîsa bavê wê jî nediyare, dibe ku li cem DAIŞê be, an jî hatibe kuştin.

Keça Kurda Êzidî wiha behsa çûna xwe ya Bexdayê dike: “Ez çûm Bbexdayê min dengê xwe û Êzidyan gihand serokwezîr. Min jê re got min bêriya bavê xwe kiriye û min divê ew vegere.”

Xerîba ligel dayîka xwe û xwiska li Kampa Xankê dijîn.

Dayika Xerîba Xêro, Leyla Şemo jî got: “Em du meh bûn di destê DAIŞê de Xerîba hat dine. Dema Xerîba hat dinê min ji bavê re got ku keyfa hat keçeka te çêbû, wî jî got naye çimkî em nizanîn dê çi were serê me. Me bi hev re biryar li ser navê Xerîbayê da.”

Piraniya rizgarbûyan di nav kampan de dijîn, piştî rizgarbûnê heta niha jî derdên wan çare nebûne, ji ber hinek ji wan pêwîstî bi çavdêriya taybet a saxlemî û komelayetî heye.

Rudaw
Top