• Wednesday, 03 July 2024
logo

Kifrî…Kesekî 2 kurmamên xwe kuşt

Kifrî…Kesekî 2 kurmamên xwe kuşt
Şeva borî li qeza Kifrî ya Germiyanê, kesekî du kurmamên xwe kuşt û piştre xwe radestî polis kir.

Berdevkê polîsê Germiyanê Elî Cemal ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî 03.08.2020ê li qeza Kifrî kesekî du kurmamên xwe yên birayên yekbûn da ber gulleyan.’’

Herwaha got: ‘’Ew kes karmendê asayîşê ye û xwe radestî asayîşa Kifrî kir û ew kesane pirsgirêkên civakî di navbera wan de hebûn.’’

Li gor zanyariyên BasNewsê du kuştî yên birayê yek bûn navê yek ji wan Hîwa Cemal e û Pêşmerge ye, birayê wî yê din jî navê wî Saman Cemal e û ew jî polîsê hewarçûnê ye.
Top