• Friday, 26 April 2024
logo

Hewlêr…Ew kesê ku xwîşka xwe kuştibû hat girtin

Hewlêr…Ew kesê ku xwîşka xwe kuştibû hat girtin
Rêveberiya polîsê parêzgeha Hewlêrê bi daxuyaniyekî ragehand, ew kesê ku xwîşka xwe kuştibû hatiye girtin.

Duh 27.07.2020ê li taxa Qelata nû ya Hewlêrê , keçek bi destê birayê xwe ve hate kuştin, vê derbarê de îro polîsê parêzgeha Hewlêrê daxuyaniyek belav kir û ragehand: ‘’Beşa polîsê qeza Deşta Hewlêrê / Binkeyê polîsê Deşta Hewlêrê hat agahdar kirin ku bûyerekî kuştinê li sînorê binkeyê wan pêkhatiye û tîmên lêkolînê geheştin cîhê bûyerê û aşkera bû ku keça bi navê Zeyneb ji aliyê birayê xwe ve yê bi navê S.H.S ve hatiye kuştin û ji cîhê bûyerê jî reviya ye.’’

Polîsê Hewlêrê ragehand: ‘’Piştî 12 demjimêran tometbar hatiye girtin û dest li ser çeka bikar jî aniye de hatiye girtin û naha ew kes hatiye girtin.’’

Basnews
Top