• Thursday, 18 April 2024
logo

Li Dihukê du kes canê xwe ji dest dan

Li Dihukê du kes canê xwe ji dest dan
yek ji wan polîsê çalakiyên medenî bûye
Li gor daxuyaniya polîsê Dihukê, duhê du welatî canê xwe ji dest dane.

Birêveberatiya polîsê Dihukê eşkere kiriye ku duhê înê du welatî ku xizmên hevin li devera Etrûşê di nava avê de xendiqîne û canê xwe ji dest dane.

Yek ji wan kesan polîsê çalakiyên medenî bûye û li gel pismamê xwe bi mebesta avjeniyê xwe xistine nava ava rûbarê, lê xendiqîne û canê xwe ji dest dane.
Top