• Thursday, 25 April 2024
logo

Polîsê Helebçe: Jinek bi lêdanê hatiye kuştin

Polîsê Helebçe: Jinek bi lêdanê hatiye kuştin
Îro 05.07.2020ê termê jinekî nexwaşxaneya beşa lezgîn a Helebçê re hat gehandin, berdevkê rêveberiya polîsê Helebçê jî dibêje ji ber pirsgirêka malbatî ji aliyê birayê xwe ve bi lêdanê hatiye kuştin.

Berdevkê rêveberiya polîsê parêzgeha Helebçê Barzan Osman daxuyaniyek belav kir û ragehand: ‘’Demjimêr 03:30ê ber bi sibehê ve termê jineke bi navê A.Ê.H ya temen 32 salî û rûniştvana parêzgeha Silêmaniyê ji nexwaşxaneya beşa lezgîn a Helebçê re hat gehandin.’’

Herwaha got: ‘’Piştî lêkolînan derket ji aliyê birayê xwe yê bi navê R.Ê.H yê temen 34 salî ve, ku ew jî polîsê berevanî û hewarçûnê ye û rûniştvanê parêzgeha Helebçe ye, ji ber pirsgirêka malbatî li xwîşka xwe daye û ji parêzgeha Silêmaniyê anîne Helebçê û piştre jî ew gehandine nexwaşxaneya beşa lezgîn a Helebçê û jiyana xwe ji dest daye.’’

Berdevkê polîsê Helebçê got: ‘’Dosyaya lêkolîn û lêpirsînê li binkeyê polîsê Helebçê hatiye rêkxistin û termê wê jinê bo bijîşkê dadî yê Helebçê hatiye şandin. Kesê tometbar jî hatiye girtin û li xwe mukir hatiye, ku ew tewan wî pêkaniye û li gor madeya 406 û bi biryara dadwer ve hatiye gitin.’’

Basnews
Top