• Thursday, 28 March 2024
logo

Li Amûdê bazara şînkayî û fêkî ya jinan hate vekirin

Li Amûdê bazara şînkayî û fêkî ya jinan hate vekirin
Li bajarê Amûdê ya Cezîra Rojavayê Kurdistanê di dema dawî de bazara şînkayî û fêkî ya taybet bi jinan hatiye vekirin, ew ji bo jinan bûye derfetekê ku di debara malbatan xwe de bibin alîkar.

Bazarê şînkayî û fêkî ya taybet bi jinan li Amûdê hatiye vekirin, rojane demjimêr 6ê sibehê deriyê xwe vedike û heta dawiya şevê vekirî dimîne, 10 jin li vê bazarê kar dikin, hemû corên şînkayî û fêkî li nav difiroşin.

Li gor Berpirsa Komîteya Aboriyê ya Jinê li Amûdê, armanca bazara şînkayî û fêkî ew e, ku bêkarî di nav jinan de li navçeyê nemîne, hevdem peydakirina şînkayî û fêkî ji xelkê Amûdê re bi nirxên erzan.

Berpirsa Ofîsa Aboriya Jinê li Amûdê Suad Nasan dibêje: “Armanca me ji vî karî her çiqas ew e ku em bêkariyê di nav jinan de nehêlin, herwiha nirx erzan bin, xelk fêdê bibînin û jin jî alîkariya malbatên xwe bikin. Li her civakekê jin derdikevin û li bazareke wiha kar dikin, me hinek zehmetî dît, lê bi derbasbûna demê re xelkê nirx dîtin û ev kar jî qebûl kirin.”

Firoşkar Sîlva Mistefa jî anî ziman ku divê karkirina jinan weke tişteke sosret neyê dîtin û kar ne tenê ji bo mêran e, herwiha jin jî dikar bixebitin.

Bazara Şînkayî û Fêkî ya jinan li Amûdê ew bi xwe projeyekî hevbeş a jinan e. Niha ev proje di qonaxa yekem de birêve diçe, li gor serperiştyaran ew kar dikin da ku bazarê ber bi qonaxeke pêşketîtir ve bibin.

Kşêr Fatme Ebdulqadir jî diyar kir ku karê wan baş birêve diçe û ew roj bi roj karên xwe mezintir dikin.

16ê Gulana derbasbûyî, Bazara Şînkayî û Fêkî bi serperiştiya komîteya aboroiyê ya jinê li Amûdê hat vekirin, bi aramnca rûbirûbûna daketina nirxê lîre beramberî nirxê dolar, yasaya Qeyser û nehiştina bêkariyê li nav jinan.

Rudaw
Top