Li Ranya hemwelatiyek bi çek hate kuştin
![Li Ranya hemwelatiyek bi çek hate kuştin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/e7b9c8e1fcb31b715eb53f97b40fe98c_L.jpg )
Berdevkê polîsê Raperînê Şoreş Îsmaîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Demjimêr 02:00ê şeva borî termê hemwelatiyekî bi navê R.Ê yê temen 33 salî yê rûniştvanê bajarokê Hacîawa gehandin nexwaşxaneya giştî ya Ranyayê, ku bi guleyê hatibû kuştin.’’
Herwaha got: ‘’Bûyer li bajarokê Çarqurnê pêkhat, lê ji ber bûyer hîn nû ye û derengê şevê pêkhatiye diyar nîne kî ew kuştiye û çawa bûye. Ji ber wê jî dosyaya lêkolînê bo bûyerê hatiye vekirin û pêdeçûn li ser destpê kiriye.’’
Basnews