• Friday, 26 April 2024
logo

Rojhilat – Du keçên kurd li dijî zewaca zorê xwe kuştin!

Rojhilat – Du keçên kurd li dijî zewaca zorê xwe kuştin!
Li bajarên Ormiye û Kirmaşan yên Rojhilatê Kurdistanê, 2 keçan, ji ber ku malbatên wan dixwastin bi zorê bidin zewackirin, xwe kuştin.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, roja 19 vê mehê li bajarê Kirmaşanê keçeka kurd bi navê Şirîn Kemerî (17 salî) xwe kuşt.

Li gorî agahiyan, wê keça kurd, ji ber ku malbata wê dixwast wê bi zorê bide zewackirin, bi tivingê xwe kuştiye.

Li gundê Kanî Destar li devera Mirgever ya Ormiyê jî keçek kurd bi navê Şilêr Berzencî (28 salî) ji ber heman sebebê xwe kuşt.

Li gorî agahiyan, malbata Şilêr dixwastin wê bidin kesekî ku jê hez nedikir, ji ber wê jî agir berdaye canê xwe û xwe şewitandiye.

Basnews



Top