Hezar jinên koçber ên Kurdên Êzidî li Duhokê kar dikin
Emîna Umer a 21 salî xelka komelgeha Sîba Şêx Xidir e û di komkujiya Şingalê de bavê xwe ji dest daye. Dabînkirina debara malbatê jî ketiye ser milên wê û xwîşka wê. Emîna û xwîşka xwe, rojane bi 16.000 dînaran kar dikin, eger herdu 30 rojên mehê kar bikin, dike 480.000 dînar ku ew jî têrî malbata wan a 6 kesî nake.
Emîna Umer dibêje, “Demjimêr 3ê şevê em radibin û heta nîva rojê em kar dikin. Germ e em diwestin lê em ji neçarî tên vî karî.”
Hejmareke jinên ku hevjîn, bav û birayên xwe ji dest nedane, ji bo baştirkirina barê jiyana xwe ligel wan karê çandîniyê dikin. Îxlas Qasim li gel hevjînê xwe ji Kampa Kebertu 1 hatine li qeza Sêmîl. Li gel karê xwe çavdêriya zarokê xwe yê 2 salî jî dike. 6 mehên sale xizmeta bîstanên xwe dikin bêyî ku bigihine pare pêdivî jib o mezaxtinên malbatê.
Îxlas Qasim dibêje, “ez erdî dikolim, çinînê dikim, avdanê dikim, dermanî dikim û weke zilaman ez kar dikim ku bîstanên me jî nayê firotin, car heye em diçine malê 100 hezar ligel me nîne, pare nîne em cil û bergan ji bo zarokên xwe bikirin. Çi karên din nînin û jiyana me hemû li ser van bîstanan e.”
Rojane bi sedan jin li wê deştê kar dikin. Salar Şêx Reşîd yek ji xwediyên kar e ku ji bo karê xwe 60 karker anîne û 23 ji wan jin in.
Salar Hecî Reşîd dibêje, “Hinek caran jin baştir kar dike ji ber ku bê deng û ciwantir karê xwe dike.”
Li parêzgeha Duhokê 360 hezar koçber dijîin. Ew ên ku kar dikin piranî kirêkar in û karê wan werzî ye û xerabiya barê darayî zêdetir ji 5 hezar keç û jinên Kurdên Êzidî neçarî karkirinê kirine.
Rudaw