• Saturday, 20 April 2024
logo

Polîsê Raperîn: Li Qeladizê jinekê xwe kuşt

Polîsê Raperîn: Li Qeladizê jinekê xwe kuşt
Li bajarokê Qeladizê yê Herêma Kurdistanê jinek kuştî hat dîtin. Polîs dibêje, wê bi xwe, xwe kuştiye.

Rêveberiya polîsê devera Raperîn ya Herêma Kurdistanê ragihand, îro danê sibê termê jineka 17 salî bi navê B.M.W. gihandin nexweşxaneya bajarokê Qeladizê.

Li gorî agahiyên polîs, wê jinkê ku xelka gundê Dobê yê nahiya Helşo ya Qeladizê bû, bi tivingê xwe kuştiye.

Basnews
Top