• Saturday, 27 April 2024
logo

Li Mêrdînê şerê li ser zeviyan: Kesek mir û yek jî birîndar bû

Li Mêrdînê şerê li ser zeviyan: Kesek mir û yek jî birîndar bû
Li navçeya Qoserê ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê li ser zeviyan di navbera pismaman de şerê bi çekan derket û di encam 1 mir û 1 jî birîndar bû.

Bûyer îro serê sibehê li Gundê Pîrebokê yê ser bi Qoserê qewimî. Li gor agahiyên hatine belavkirin, di salên borî de li ser zeviyan di navbera pismaman de nakokî derdikevin û piştre bi rêya kesayetiyên navçeyê lihev tên.

Lê li ser zeviyan dîsan nîqaş derket û veguherî şerê bi çekan. Di şer û pevçûnê de 2 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar tîmên tendirûstî û cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin.

Birîndarê bi nave Kerim Karaboga (20) li cihê bûyerê cane xwe ji dest da û birayê wî Şahin Karaboga (22) birîndar bû.

Şahîn bi ambûlansê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê hat veguhestin. Cenazeyê Kerim Karaboga jî bo otopsiyê veguhestin nexweşxaneyê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Rudaw
Top