• Thursday, 28 March 2024
logo

'Mala Civînê' ji 30 zarokên sêwî yên Şingalê re bûye hêviya jiyaneke nû

'Mala Civînê' ji 30 zarokên sêwî yên Şingalê re bûye hêviya jiyaneke nû
Hejmarek ji zarokên Kurd ên Êzdî ku di dema êrîşa DAIŞê de malbatên xwe ji dest dane, niha li saziyeke zarokên bê xwedî ya li Komelgeha Şariya ya Duhokê dimînin, xêrxwazekî Kurd xerciyên wan zarokan dide û ew zarok li wê derê fêrî huner û zanistê dibin û hewl didin jiyaneke normal destpê bikin.

Ji ber êrîşa DAIŞê bo ser Şingalê 2 hezar û 740 zarok bê dayîk û bav mane û ti kesekî wan jî tine ye, hinek ji wan ji aliyê xizm û kesûkarên wan ve tên xwedîkirin û hejmarek ji wan jî li malên bêserpireştan in.

Niha 30 ji wan zarokan li Mala Civîn a li Komlegeha Şariya ya Duhokê dimînin.

Xêrxwazekî Kurd mesrefê wan zarokên bêserpireşt li xwe girtiye.

Ew zarok derdê wan yek e û hewl didin, rabirdûya xwe ji bîr bikin û destbi jiyaneke nû bikin û jiyana xwe biguherin. Herwiha ew zarok dibêjin, niha jiyana wan baştir e û ew niha fêrî xwendinê jî bûne, lê hîn jî li benda vegera dayîk û bavên xwe ne û dixwazin tiştekê jê bizanin.

Felek Revo yek ji zarokan e ku li Mala Civînê dimîne, ew dibîje: “Ev xwûşk û mamosta weke xwûşk û dayik û birayên me ne, xwandekar jî weke xwîşk û birayên me ne, em pêkve yariyan dikin û xwarinan dixwin û pêkve dinivin (dirazin) û radibin.”

Zarokeke din bi navê Ekram Hemo jî dibêje: “Bi rastî berî hingê ez aciz bûm û ne keyfxweş bûm, piştî hatim vir, mmaostayên me gelek me keyfxweş dikin û gelek qenc in.”

Rindê Bapîr zarokek din ê li Mala Civîn e û diyar dike: “Ez hez dikim ew zarokê min yê bê dayik û bav berdewam biçin nav hevalan û xwe keyfxweş bikin, biçin xwandingehê û serkeftî bin.”

Zarok li wê malê fêrî huner û zanistê jî dibin û xwandina xwe jî berdewam dikin.

Herwiha ew zarok li wê derê demek xweş jî derbas dikin û bo her babetekê mamostayên wan ên taybetmend hene, rojane li gor xişteyekê çalakiyan encam didin.

Mamostaya Mala Civîn, Xayat Reşo jî dibêje: “Kes cihê dayik û bavan nagire, lê em dibînin ku weke mala bêserpireştan me hemû şiyanên xwe dane kar, ku em vê valahiyê di naxê zarokan de tejî bikin û bo wan bibin dayik, bav û xwûşk û bira. Em wisa reftar ligel wan dikin ku hesab nekin kesekî kêm e di civakê de, ku zarokek êtîm e û em alîkariya wan dikin ji hemû aliyan ve.”

Rêveberê Mala Civîn li Komelgeha Şariya, Kawe Îdo ji Rûdawê re ragihand: “Berî hatina wan bo Mala Civîn, rewşa wan gelek lawaz bû, piştî hatin Mala Civînê, em rabûn bi pêşkêşkirina alîkariyan, çi derûnî û çi zanistî û çi alîkariyên maddî bin, ku rewşa wan pêşbixin û ji aliyê tendirustî ve jî em pitir alîkariya wan dikin.”

Piştî êrîşa DAIŞê bo ser Şingalê, 2 hezar û 745 zarok sêwî mane, ku 1 hezar û 759 kes ji wan bavê xwe ji dest dane û 407 kes ji wan jî dayika xwe ji dest dane, herwiha 359 kes ji wan jî herdu alî dayik û bavê xwe ji dest dane, 220 zarok jî dayik û bavên wan bêserûşûn in.

Rudaw
Top