• Tuesday, 30 April 2024
logo

Li Bakûrê Kurdistanê 5 welatî hatin kuştin

Li Bakûrê Kurdistanê 5 welatî hatin kuştin
Li gor çapemeniya Tirkiyeyê îro şemî danê sibê, li bajarê Ezerûmê 5 welatî hatine kuştin.

Çapemeniya Tirkiyeyê belav kiriye ku jiber kêşeyek li ser erdê, di navbera du malbetan de şer çê bûye û pişt re, du kes bi çek êrîşî ser 5 kesan kirine û her 5 kes kuştine.

Ev her 5 kesên ku hatine kuştin birayên hevin û bûyer li gundê Koseler ya ser bi qezaya Çat ya li Ezerûmê qewmiye.
Top