• Thursday, 25 April 2024
logo

Li Amedê bi çek avêtin ser malekê: Jinek hat kuştin

Li Amedê bi çek avêtin ser malekê: Jinek hat kuştin
Li qeza Rezanê ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ve çekdarên nenaskirî êrîşeke çekdarî pêk anîn û di encamê de jinekê canê xwe ji dest da.

Bûyer şeva bihorî li kolana hejmar 187 taxa Muradiye ya qeza Rezanê çêbûye.

Li gor agahiyan, kesek an jî çend kesên çekdar ku hêj nasnameya wan nayê zanîn, bi çek bi ser malekê de girtine û gulle berdane.

Li ser wê yekê û piştî bihîstina dengê gulleyan, hêzên ewlehiyê û tîmên tendirustiyê yên lezgîn, diçin cihê bûyerê. Hêzên ewlehiyê derdora cihê bûyerê dorpêç dikin û dest bi lêkolînê dikin.

Hêzên ewlehiyê û tîmên tendirustiyê li mala ku êrîş li ser hatiye kirin, jinekê birîndar dibînin ku nasnameya wê wek Nurcan Polat hatiye ragihandin.

Piştî dermankirina destpêkê, ew jina birîndar bo nexweşxaneyê tê veguhastin, lê ruxmî hemû hewldanên pizîşkan, ji ber dijwariya birînan, canê xwe ji dest dide.

Polîs û hêzên din ên ewlehiyê ji bo naskirin û desteserkirina biker an jî bikerên êrîşê dest bi lêkolînê kirine.

Rudaw
Top