• Saturday, 20 April 2024
logo

Ciwanekî 19 salî di Zêya Mezin de xeniqî

Ciwanekî 19 salî di Zêya Mezin de xeniqî
Qayimqamê Berdereşê ragihand, ciwanekî temen 19 salî di ava Zêya Mezin de xeniqî û tîm û hemwelatî ji bo dîtina termê wî ciwanî xebatên lêgerînê berdewam dikin.

Xelîl Mehmûd, Qayimqamê Berdereşê ji Rûdawê ragihand, îro ciwanekî bi navê Mistefa Bextiyar Osman ê temen 19 salî, ku xelkê gundê Xarok ê ser bi bajarokê Daretû li qezaya Berdereşê, ket ava Zêya Mezin û xeniqî.

Qayimqamê Berdereşê, amaje bi wê jî kir ku tîm û xelkê gund ji bo dîtina termê wî ciwanî li ser xebatên lêgerînê berdewam in û diyar kir ku ji ber kûrbûna avê, xebateke zêde pêwîst e ji bo ku termê wî ciwanî bê dîtin

Li gor gotina Xelîl Mehmûd, “Ti kes li gel wî ciwanî nebûye, ji ber ku guindê Xarok û gundên dewrûberê, ji ber rêkarên koronayê, belemên wan ji kar rawestiyane. Piştî xeniqîna wî peywendî li gel me hat kirin û me rê da ku bi mebesta dîtina termê wî ciwanî beleman bikar bînin.”

Qayimqamê Berdereşê, got jî niha ji ber bilindbûna pileya germayê ciwan ji bo melevanîkirinê berê xwe didin çeman.

Rudaw
Top