• Wednesday, 08 May 2024
logo

Li Şingalê di rojekî de yek jê keç, 2 kesan dawî bi jiyana xwe anîn

Li Şingalê di rojekî de yek jê keç, 2 kesan dawî bi jiyana xwe anîn
Bûyerên xwe kuştinê li Şingalê zêde dibin û di 24 demjimêrên borî de li Şingalê yek jê keç, du kesan dawî bi jiyana xwe anîn.

Qaymeqamê qeza Şingalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji ber nerihetiya li gel hemwelatiyan û nebûna ewlehiyê li Şingalê rastî jî xelkê Şingalê bêzar bûne. Rastî gelek pirsgirêkên civakî û derûnî hatine. Ev bûyerên xwe kuştinê jî di encama wan pirsgirêkên derûnî û civakî yên li Şingalê de pêkhatine. Em daxwaz ji Bexdayê dikin kar bike bo dabîn kirina ewlehiyê li Şingalê û hêzên nerewa ji Şingalê derbixe, ku xelkê Şingalê vegerin û xizmet li Şingalê bê kirin, ku hemwelatiyên Şingalê rastî bûyerên xwe kuştinê neyên. Eger na rewşa Şingalê waha bimîne, dê gelek kesên din li Şingalê dawî bi jiyana xwe bînin. Ji ber rastî xelk bêzar bûne ji ber rewşa xirab a Şingalê.’’

Li gor zanyariyên BasNewsê, duh 19.05.2020ê êvari kesekî bi navê Hazim li Şingalê dawî bi jiyana xwe anîn û 7 zarok li dû xwe hiştin. Herwaha dîsa duh keçekî êzdî ya bi navê S. xwe li Şingalê kuştiye.
Top