• Wednesday, 24 April 2024
logo

Li Wanê du kes hatin kuştin

Li Wanê du kes hatin kuştin
nasnameya êrîşkaran nehatiye eşkerekirin
Îro li bajarê Wanê ya li Bakûrê Kurdistanê du kes hatin kuştin.

Li gor jêderên çapemeniyê îro dema çend karmendên navendeke xêrxwazî ya bi navê Wefa bo hevkariya civakî, dixwestin hevkariyên xwe bigehînin hin malbetan li navçeya Ozalp ya ser bi Wanê, ji aliyên çekdarên ne nasve êrîşî ser wan hatiye kirin.

Hate zanîn ku di encama êrîşê de du karmendên vê navendê canê xwe ji dest dane û karmendeke din jî birîndar bûye.

Heta niha derbarê nasnameya êrîşkaran de ti zaniyarî û ti daxuyanî nehatine dayîn.

Top