• Tuesday, 30 April 2024
logo

Ew zarokê 7 salî berî kuştinê rastî destdirêjiyê hatiye

Ew zarokê 7 salî berî kuştinê rastî destdirêjiyê hatiye
Piştî 3 roj ji kuştina zarokekî 7 salî li Zummarê, du kes ku yek ji wan xizmê wî bûye, bi tohmeta kuştina wî zarokî hatin desteserkirin û herdu jî li tawana xwe mikûr hatin ku destdirêjiya seksî li wî kirine û ew zarok kuştine.

Roja 2ê Gulanê, demjimêr 02.00ê, li nahiyeya Zummar a ser bi parêzgeha Neynowa ve, termê zarokekî 7 salî yê bi navê Şahîm Wîsam Selwan hat dîtin ku bi blokan hatibû kuştin û li ser vê bûyerê îro desteserkirina 2 tohmetabaran hat ragihandin.

Ehmed Ceifer Gergerî, Rêveberê Nahiyeya Zummarê ji Rûdawê re ragihand, yek ji wan kesên ku li ser kuştina wî zarokî hatine girtin temenê wî 16 sal e bi navê Ê.N û xizmekî nêzikî wî zarokî ye û tohmetbarê din jî kesekî bi navê E.Ş ye.

Rêveberê Nahiyeya Zummarê aşkere jî kir, herdu kesan jî îtîraf kirine ku destdirêjiya seksî li wî zarokî kirine û paşê ew zarokê 7 salî giriyaye û gotiye ku ew dê aşkere bike û wan jî ew zarok bi kevir û blokan kuştine.

Ew tohmetbarê 16 salî yê xizmê wî zarokî ku li xwe mikûr hatiye destdirêjiya seksî li wî zarokî kiriye û kuştiye, berî aşkerebûna tawanê, li hejmara xwe ya Facebookê nivîsandiye, ‘xemgîn im’.

Rêveberê Nahiyeya Zummarê amaje bi wê jî kir, li gor yasa miamele li gel wan herdu tohmetbaran hatiye kirin û radestî dadgehê hatine kirin û got jî, kesûkarên wan herdu tohmetbaran jî ragihandine ku ew li dijî wî karî ne û divê li gor yasa ew bên cezakirin.

Ehmed Ceifer Gergerî diyar jî kir, Şahîm tenê xwîşkek hebûye û berî du mehan jî dayika wî ji bavê wî cuda bûye û ew li gel xwîşk û bavê xwe dijiya.

Şahîm Wîsam Selwan ê 7 salî, rûniştvanê nahiyeya Zummarê bû û demjimêr 11.00ê şeva 1ê Gulanê ji mal derketibû û demjimêr 02.00ê şevê jî li mizgefta Dumîzê termê wî hatibû dîtin ku bi kevir û blokan hatibû kuştin.

Top