• Tuesday, 23 April 2024
logo

Li Hewlêrê bavek xwe û keça xwe kuşt

Li Hewlêrê bavek xwe û keça xwe kuşt
bi bombeya destî êrîşî ser malê zavayê xwe kiriye
Îro danê sibê li taxa Binesilawa ya ser bi Hewlêrê ku dikeve başûrê rojhilatê Hewlêrê zilamek bi navê Dilêr Elî jiber kêşeyeke civakî bi narincok (bombeya destî) êrîşî ser malê zavayê xwe kir.

Birêveberatiya Polîs eşkere kiriye ku di encama êrîşa han de Dilêr Elî ku bave li gel keça vî hatine kuştin.

Polîs eşkere kiriye ku di dema êrîşî de zavayê Dilêr Elî reviyaye û hîn jî sedema êrîşî bi temamî nehatiye zelalkirin.
Top