• Saturday, 20 April 2024
logo

Karsazên Kurd deynê hejmareke welatiyan didin

Karsazên Kurd deynê hejmareke welatiyan didin
Li navçeya Silopî ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê hin karsazên xêrxwaz deynê welatiyan dan.

Li navçeya Silopî ya Şirnexê, karsazên xêrxwaz çûn firneyek û sê dikan û ji xwediyên wan, defterên navên deyndar têde ye xwestin û bi qasî 14 hezar lire deynê welatiyan dan.

Serokê Bajarê Şirnexê yê Komeleya Karsaz û Pîşesazên Serbixwe (MUSÎAD) Yusuf Bilin û hin endam ji bo xêra miha Remezanê li taxên Avahiyan, Nuh, Yenîşe û Başakê çûn firneyek û 3 dikanan.

Karsazên xêrxwaz bi qasî 14 hezar lire deynê welatiyên deyndar ên rewşa wan nebaş bû, dan.

Yusuf Bilin da zaîn ku piştî ku deynên welatiya dan, defterên deynan ji xwediyên dikanan wergirtin, him dilê welatiyan û him jî dilê dikandaran xweş kir.

Gulşah Murtogan a li Taxa Başakê xwedî dikan e got ku hin mişteriyên wan ên ku rewşa wan nebaş e û deyndar hebûn, lê karsazan deynê wan dan.

Li Taxa Avahiyan jî xwediyê dikanê Yunus Birman ji bo ku karsazan, deynê hinek welatiya dane spasiya wan kir û got: "Çi di dilê wan de ye Xwedê bidestê wan ve bîne.”

Serokê Bajarê Şirnexê yê MUSÎADê jî diyar kir ku ew dixwazin endamên wan jî piştgiriyê bidin wê kampanyaya ku Serokê Serokê Giştî yê MUSÎADê Abdurrahman Kaan da destpêkirin.

Bîlîn got ku hin kesên nikarin deynê xwe bidin hene û wiha pê de çû: "Min li defterên deyndaran temaşe kir û dît ku kesên nikarin ev ji salekê zêdetir e deynê xwe bidin hene. Em dê deynê wan hemûyan bi îzna Xwedê bidin.”

Rudaw
Top